Em malbatên Sûrî ne ku azadiya hemû keç û xortên welat dixwazin.
Bi hezaran kesên sûrî hatin girtin û windakirin, ku piraniya wan di destê rêjîma Sûriyê de ne. Ew kur û keç, xwişk û bira û jinên me yên aştîxwaz in.
Helwesta me li dijî windakirina bizorê û binçavkirina xweser ji aliyê rejîma Sûriyê û hemû aliyên têkildar e. Em dixwazin gel kom bikin da ku zextê li hemû aliyan bikin ku dixwazên me pêk bînin.
Heta ku hemû xelkê Sûrî azad nebin û peyda nebin, tevgera me ranaweste. Emê bi berfirehî tevgera xwe bidomînin da ku her malbatek ku endamekî wê yê girtî an wendakirî hebe, ji kîjan ol, ramanên siyasî û etnîkî jî hebe jixwe bigire.
Me hatine tehdîdkirin û ji me re gotin ku em bêdeng bimînin. Lê em bêdeng nemînin. Em ser vê dinyaya neheq diqêrin ku em dixwazin hezkiriyên me vegerin.
Em weke malbat daxwaz dikin ku bilez xizmên xwe yên ku bi neqanûnî hatine girtin bên berdan. Û heta wê demê, em bang li rejîma Sûriyê û hemû aliyên dijmin û hemû aliyên ku dikarin bandorê li wan bikin, dikin ku:
Di 10-ê Sibata 2021-an de, pênc rêxistinên qurbaniyan û malbatên wan Peymana Rastî û Dadperweriyê dan destpêkirin, ku nêrîna wana hevbeş derbarê çawaniya pêşxistina mafên qurbaniyan û tevgera dadmendî û rastiyê li Sûriye nîşan dide. Peymana Rastî û Edaletê li vir bixwînin.
Dîtin û azadkirina hezkiriyên me û hemû girtî û windayên Sûrî wê bibe têkoşîneke heta hetayê. Em bi hev re:
Em ne siyasetmedar û ne jî şervan in. Em ji bo danûstendina ser pêşeroja welatê xwe yê delal, vexwandinên fermî ji bo mêvanî û otêlên giranbiha wernagirin. Lê emê li wir bin. Bi çeka hezkirina xwe ji bo endamên malbata xwe yên ji destê me hatine girtin, emê li wir bin. Bi paldanek bergirtî ji gelek jinên xwedî hêz ên ku pêş me hatine, Dayikên Plaza Del Mayo (Mothers of Plaza Del Mayo) li Arjantînê, jinên reşpûş ên li Bosnayê, malbatên windayên li Cezayîr û Lubnanê, em ê li wir bin.